Haydar Şahin
03 Nîsan 2019•Rojanekirin: 04 Nîsan 2019
Li Midyada navçeya Mêrdînê ji bo Şeva Mîracê bername hat lidarxistin.
Piştî nimêja eşayê li Mizgefta Hecî Qasim Altunkaya bi xwendina Quranê dest bi bernameyê kirin.
Di bernameyê dia hat kirin û bi 3 zimanan Mewlûd hat xwendin û îlahî hatin gotin.
Li welatiyên beşdarî bernameyê bûn loqim û şirînahî belav kirin.