Nihat Kavşut
20 Îlon 2019•Rojanekirin: 20 Îlon 2019
Li peravên Bodruma navçeya Muglayê ji bota ku binav bû 14 jê koçberên bêdestûr 15 kes bi destê ekîbên Fermandariya Ewlehiya Peravan hatin xilaskirin û ji bona dîtina dergûşeke wenda jî xebatên lêgerînê dan destpêkirin.
Bota lastîk ya koçberên bêdestûr ku dixwestin bi qaçaxî derbasî dervayî welêt bibin li peravên Yalikavakê binav bû.
Li ser îxbarê 4 botên ewlehiya peravan çûn herêmê û 14 jê koçberên bêdestûr 15 kes hatin xilaskirin.
Ji ber agahiya koçberên bêdestûr ku di botê da 16 kes hebûne ji bona dîtina dergûşeke wenda jî xebatên lêgerînê dan destpêkirin.