29 Nîsan 2016•Rojanekirin: 30 Nîsan 2016
ANKARA
Hat ragihandin ku di operasyonên ku li Nisêbîna navçeya Mêrdînê û Şirnexê dewam dikin da 12 terorîst hatin kuştin.
Di malpera Sererkaniyê da cî dan bûyerên girîng ên li welêt ên ku do qewimîn.
Li gor vê di operasyona ku li Nisêbînê dewam dike da 6 terorîst hatin kuştin û bi vê va hejmara kesên ku hatin kuştin xwe gihande 308an. 7 teqemeniyên ku bi desta hatine çêkirin bi awayê kontrolî hatin îmhekirin. Hejmara teqemeniyên ku di operasyonê da hatin îmhekirin jî xwe gihande 681î.
Di operasyona ku li Şirnexê dewam dike da 6 terorîst hatin kuştin û bi vê va hejmara kesên ku hatin kuştin xwe gihande 272yan. Di operasyonê da 14 teqemeniyên ku bi desta hatine amadekirin bi kontrolî hatin îmhekirin. Hejmara teqemeniyên ku di operasyonê da hatin îmhekirin jî xwe gihande 827an. Wek mayîn 376 fîşengên bîksiyê, 9 jarjorên keleşkofan, 610 fîşengên wan, 160 tivingên nêçîrê, fîşengeke rokêtavêjê, dûrbînek, çenteyekî pişta, rûpêçeke gazê hatin dîtin.
Li Hesenbeyliya navçeya Osmaniyeyê teqemeniyeke ku terorîstan di kungê binê rê da bi cî kiribûn hat îmhekirin.
Li Şanliurfayê di kontrolan da terorîstek hat girtin, li Balikesîr, Tûncelî, Ezirgan û Wanê 4 terorîstên ku der heqê wan da biryara lêgerînê hene hatin binçavkirin.