13 Nîsan 2016•Rojanekirin: 14 Nîsan 2016
MARDÎN
Li Yeşîlliya navçeya Mêrdînê minîbusekî ku mensûbên PKKyê teqemenî lê barkirine hat bidestxistin.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin ekîbên polêsan ji minîbusekî ku ji ber derê Midûriya Ewlehiyê ya Yeşîlliyê derbas bû û hêj plakaya wê nehatiye hînbûn ketin şikê û xwestin ku wesayîta navborî bidin sekinandin. Ajokar guh neda hişyariya "raweste" û bi lez ji cihê bûyerê dûr ket û li ser vê ekîban wesayîta şopand. Terorîstan li rêbeja Yeşilli-Omerliyê minîbus terikandin û pişt re bi wesayîtekî din reviyan.
Di lêkolîna ku hat kirin de di minîbusê de teqemenî hat tespîtkirin û rêbej hat girtin.
Pişt ra hat ragihandin ku terorîstên PKKyî, 3 ton teqemenî li wê minibusê barkiribû û wê di çalakiyên sansasyonel da bikarbianiya.
Minibusa ku li ser rêbejayiya Yeşilli-Omerliyê terk kiribûn, tê da di nava 4 bermîlên plastîkî da nêzîka 3 ton teqemenî hat tesbîtkirin.
Wesaît ji dûr va bi qumandeyê hat teqandin û ji bo girtina wan terorîstan xebat hat destpêkirin.