12 Nîsan 2016•Rojanekirin: 14 Nîsan 2016
ŞIRNAK
Operasyonên ku hêzên ewlehiyê li Şirnexê dijî mensûbên PKKya rêxistina terorê birêve dibin didome.
Ekîba AAyê ya ku cihê operasyon lê dewam dikin dîmen û wêneyên zirara endamên rêxistinê dane camî û mektebê kişand.
Li Şirnexê operasyona "Şehît Cendirme Ustegmen Mehmet Çîfcî" a ku Hêzên Çekdar ên Tirkiyê (TSK) û hêzên ewlehiyê di 14ê adarê da piştî qedexeya derketina derva ji bo qefaltina terorîstan, ser girtina kozikan û rakirina berîqatan da dest pê kirin bi biryar berdewam dike.
Ekîba AAyê ya ku li cihê bûyerê operasyona hevpar dişopîne jî û dîmenên Dibistana Seretayî ya Sema Cingilliogluya ji hêla mensûbên rêxistinê ve hat şewitandin û zirara gihîştiye Mizgefta Hecî Omer Yarkayê kişand.
Li Taxa Dîcleya ku şer û pevçûn lê zêde ne piştî tewdîrên berfireh xwegihandina Dibistana Seretayî ya Sema Cingilliogluyê pêk hat.
Terorîstan di dîwarên avahiya du qatî de qul vekirine û ji wê derê gule berî hêzên ewlehiyê dane. Endamên rêxistinê di avahiya çar aliyê wê tijî teqemenî kirine de bi qasî 10 rojan li ber xwe dan û bi saya hewl û êrîşên hêzên ewlehiyê dibistan terikandin lê dema ji wê derê veqetiyan agir berî dibistanê dane.
Ji cihên ku endamên endamên PKKyê zirar danê yek jî mizgefta Hecî Omer Yarka bû, hat diyarkirin ku mizgeft ji hêla rêxistinê ve wek baregeh hatiye bikaranîn, qulên mezin ên di dîwar û qatên jêr ên mizgeftê de hatibûn vekirin jî vê yekê nîşan didin.
Li Şirnexa ku operasyon hê jî lê dewam dikin û qedexeya derketina derve didome û heta niha 174 terorîst hatin kuştin û 460 teqemeniyên bidestçêkirî jî hatin îmhakirin.