Önder Beyter
26 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 27 Berfanbar 2019
Li Dêra Protestanan a li Artukluya navçeya Mêrdînê bi minasebeta Cejna Noelê ayîn hat kirin.
Di ayîna ku li perestgeha dîrokî bi rêberiya Keşeyê Dêra Protestanan a Mêrdînê Ender Peker bi rê va çû da jiyana Hezretî Îsa hat vegotin û dia hatin kirin.
Li dû ayînê li hewşa dêrê kade û şekir îkramî amadebûyiyan kirin.

Keşe Ender Peker piştî ayînê herwiha daxuyanî da û diyar kir ku wan li bajarê pêkvejiyanê Cejna Noelê pîroz kir.
Peker bal kişand ku Rojhilata Navîn di serî da ew hêvî û daxwaz dikin ku cejn ji bo hemû dinyayê bibe wesîleya aştî û aramiyê û wiha dewam kir, "Li Rojhilata Navîn, li erdnîgariya me însanên ku di bin siya kuştinê da dijîn hene mixabin. Lewma em hêvî dikin ku ev cejn ji bo hemû însanên ku di bin siya kuştinê da dijîn, bibe ronî û aştî û silametiyê bîne. Em hêvî dikin ku ji bo bajarê me, welatê me, Rojhilata Navîn û hemû dinyayê bibe wesîleya aştiyê. Em ji bo vê yekê diayan dikin."