MARDÎN
Li Qosera navçeya Mêrdînê piştî pîrozbahiyên newrozê ji ber çalakiyên bêdestûr bûyer derketin, polêsan jî bi gaza îsotê û ava gur ve mudaxeleyî komê kir.
Şaredarê Qoserê Ferhan Turk, Parlementerê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) yê Mêrdînê Erol Dora, Parlementerê Mêrdînê yê Serbixwe û Namzetê Serokatiya Şaredariya Mêrdînê Ahmet Turk û gelek rayedarên BDPê beşdarî pîrozbahiyan bûn.
Li cihê ku pîrozbahî dihatin kirin tewdîrên ewlehiyê yên berfireh hatin girtin.
Agirê newrozê hat pêxistin û piştî wî jî Parlementerê Mêrdînê yê Serbixwe û Namzetê Serokatiya Şaredariya Mêrdînê Ahmet Turk cejna newrozê ya qoseriyan pîroz kir û wiha axivî: "Newroz roja yekîtiya gelê Kurdistanê ye, li hemberî zilm, êşkence û qirkirina roja serhildanê ye. Gelê Kurdistanê îro li meydana cejna newrojê pîroz dike. 2 hezar û 600 sal berê li ser vê axê zilm û zorî hebû, îro jî li heman axê zilm û zorî heye."
Piştî axaftina Turk stran hatin gotin û govend hat girtin. Kesên li qadê ji ser kolana Kilîsê heta Qada Azadiyê meşiyan. Ji ber çalakiya bêdestûr di navbera polês û çalakvanan de nîqaş derket û polêsan bi gaza îsotê û ava gur ve mudaxaleyî komê kir.