İbrahim Atmaca
02 Adar 2019•Rojanekirin: 03 Adar 2019
Li Mêrdînê şebekeya ava vexwarinê ya ku diçe navçeyên Artuklu û Qoserê, teqiya.
Li gor agahiya ku hat hildan, li navçeya Nisêbînê texma taxa Çatalozuyê dema xebata binesaziyê ava şebekeyê ya ku ji taxa Beyazsuya navçeya Mîdyadê diçe navçeyên Artuklu û Qoserê teqiya.
Piştî ku şebeke teqiya ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê vaneyên avê girtin. Li wê derê sehayeke xaliyê di bin avê da ma û avê ket hin eraziyan.
Piştî teqînê Namzedê Şaredariyê yê Nisbînê yê AK Partiyê Mehmet Hadî Hamidî û Serokê Navçeyê yê AK Partiyê Mehmet Latîf Ozel hatin herêmê û ji rayedaran agahî hildan.
Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin dest bi temîra xeta ava vexwarinê kir.