MARDÎN
Li gundê Kayadereya Omerliya navçeya Mêrdînê di navbera du malbatan de şer derket. Di şer de 4 kes mirin û 27 kes jî birîndar bûn. Tê gotin ku kesên mirî û birîndar dema ku diçûn nimêja terewîhê rastî êrîşê hatin.
Li gor îdiayan xortên ji her du aliyan ji ber rê nedayînê pevçûn û malbat jî tevlî vê pevçûnê bûn. Qaymeqamê Omerliyê Tekîn Erdem çawa pevçûn bihîst, çû gund û xwest ku malbatan li hev bîne, lê her du aliyan jî ev yek qebûl nekir.
Piştî fitarê dema ku gundî diçûn nimêja terewîhê ji şaneşîna malekê gule berî sar wan dan û di vê êrîşê de Ahmet Budak, Fîdan Budak, Îzzettîn Budak tû Celîl Demîrkiran can dan. Cinazeyên wan ji bo otopsiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê.
Di êrîşê de Mehmet Hafîf Yuksel, Cezayir, Nezîr û Lokman Bûdak, Fîkri Azboy, Gokhan û Cîhan Akyol, Mehmet Nûrî, Umran û Şeyhmûs Pektaş, Îsa û Gulperî Aykal, Sabrî, Aydin, Kenan, Munîr, Lokman, Nûsret, Mahsûn, Yalçin, Azîz, Sînan û Songul Akgul, Medenî, Şeyhmûs, Alî Guven û Edîp Guvenê ku birîndar bûn jî birin Nexweşxaneya Dewletê ya Kiziltepeyê.
Di çarçoveya jêpirsîna ku der heqê bûyerê dest pê kir de 3 jê gundparêz 5 kes hatin binçavkirin.
Qaymeqamtiya Omerliyê ji bo ku şerekî nû dernekeve di çarçoveya tewdîran de yekeyek ava kir.