ANTALYA
Salih Uslunê ku li Tirkiyeyê neqla rûyê 6emîn lê hat kirin ji ber aciziya çermê rûyê wî demek berê di beşa nexweşiyên giran de hildan tedawiyê lê belê Uslun tevî hemû mudaxaleyan mir.
Di 13yê tebaxa 2013an de li Fakûlteya Tibê ya Zanîngeha Akdenizê Prof. Dr. Omer Ozkan ji bo neqla rû yê 6emîn Uslun emeliyat kiribû lê ji ber hin aciziyan û lihevnehatina rûyê nû û bedenê rûyê ku hatibû neqilkirin di 16ê hezîranê de bi emeliyatê hat rakirin.
Jê wê rojê heta niha Uslun di beşa nexweşiyên giran de dihat tedawîkirin û di vê demê de di azayên wî de jî nexweşî peyda bû û tevlî hemû dermankirinan Uslun mir.
Rûyê Muhîttîn Tûranê 31 salî yê ku li Antalyayê di qezaya trafîkê de miribû neqlî Salih Uslunê 54 salî kiribûn.