Haydar Şahin
18 Îlon 2015•Rojanekirin: 18 Îlon 2015
Li Mêrdînê texsiyek li rewiyan qelibî, di qezayê da 4 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatin sitandin, texsiya bi pîlaqeya 33 AYN 37 a ku ajokarê wê Mehmet Turay bû li nêzîkî avahiya Rektoriya Zanîngeha Mêrdîn Artukluyê ji kontrolê derket û derkete peyarêyê, li darê û panoya reqlamê qelibî paşê jî li peyayên wê derê qelibî.
Di qezayê da Mehmet Habat Yildirim, Abdulkadîr Ozer û Mehmet Abay li dewsa bûyerê mirin, ajokar Turay, Mehmet Çagan, Yonca Karakoç û Ferît Demircan birîndar bûn.
Ekîbên Serwêsa Ecele a 112ê dermankirina ewil kirin û paşê birîndar rakirin nexweşxaneyên li Mêrdîn û Qiziltepeyê.