04 Nîsan 2016•Rojanekirin: 05 Nîsan 2016
MARDÎN
Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê serokê gundparêzan Adnan Durakê (48) ku zarokê xwe yê nexweş dibir navenda tenduristiyê, bi êrîşa terorîstan ve hat şehîdkirin.
Li gor agahiyan Durak li taxa Tepealtiyê zarokê xwe yê nexweş dibir Navenda Tenduristiyê ya Malbatê ya Gîrmeliyê. Li ber derê navendê terorîstan gule barandin li ser wî û ew birîndar bû. Durak rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê, lê ew di nexweşxaneyê de mir.
Serokê Federasyona Malbatên Şehîd û Gundparêzên Berwext ê Tirkiyeyê Orhan Kandemîr ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku êrîş li Durak hatiye kirin û wiha axivî: "Wek her car li ber ewladekî bavek şehîd kirine. Êşa me mezin e. Xwîna şehîdê me wê erdê nemîne. Wek civata gundparêzan heta damleyek xwîna me jî nemîne em ê tekoşîna xwe dewam bikin."