ANKARA
Kesên ku li gor encamên Pergala Hilbijartin û Bicihkirina Xwendekaran (OSYS) zanîngeh qezenc kir, wê ji sibê pê ve heta 7ê tebaxê roja înê bikaribin qeyda xwe li wê zaningehê çêbikin.
Xwendekar bixwazin wê îsal bikaribin li ser e-Devletê heta 5ê tebaxê roja çarşemê qeyda xwe çêbikin. Ji bo qeydê navnîşan "https://www.turkiye.gov.tr" ye.
Xwendekarên ku qeyda elektronîk tercîh nakin jî ji sibê pê ve heta 7ê tebaxê dikarin li zanîngehan qeydên xwe çêkin. Belgeyên qeydê bi rêya posteyê nayê qebûlkirin. Divê xwendekar belgeyên xwe temam bikin û bixwe biçin qeyda xwe çêkin.