Fatih Gazioğlu
17 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 17 Berfanbar 2019
Li gor agahiyên ku hatin hildan, di çarçoveya lêpirsîna terorê ya ku ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Mûşê va tê meşandin ji bo Adnan Topçu Şaredarê Bulanixê û Eylem Sarucana endama meclisê ya hevserok, Ulku Karaaslana Şaredara Vartoyê û Mahmut Yalçinê endamê meclisê yê hevserok biryara binçavkirinê hat dayîn.
Tîman di vê çarçoveyê da operasyon kir û şikbar binçav kirin.
Tîmên polêsan li ber derê şaredariya Varto û Bulanixê tedbîrên berfireh hildan.