17 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 17 Berfanbar 2019
Li dorbera Dêrika navçeya Mêrdînê di operasyona komandoyên cendirme û tîmên herekata taybet da 4 terorîst hatin berterefkirin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî di çarçoveya operasyonên ewlehiya navxweyî da li çolwarê Dêrika navçeya Mêrdînê di operasyona tîmên Komandoyên Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr û Herekata Taybet a Cendirmeyan da 4 terorîst bi çekên xwe va hatin berterefkirin.
Li herêmê operasyon didomin.
Li Mêrdînê dijî PKKya rêxistina terorê operasyon
Li du taxên li ser Mazidag û Dêrîka navçeyên Mêrdînê dijî PKKya rêxistina terorê operasyon hat destpêkirin.
Di daxuyaniya Walîtiyê da hat gotin li Konura taxa navçeya Mazidagiyê û Çaykoya taxa navçeya Dêrîkê ji bo endamên PKKya rêxistina terorê bên berterefkirin, sitargeh û depo bên îmhakirin, çek û alavên di van sitargehan da bên bidestxistin, operasyon hat kirin.
Hat gotin ji bo ewlehiya can û malê gel bê parastin duh ji saet 23.00an pê va li Konura taxa navçeya Mazidagiyê û Çaykoya taxa navçeya Dêrîkê heta emrekî duyemîn derketina derva hatiye qedexekirin.
Di Herekata Pencik-3yê da 2 terorîstên PKKyî hatin berterefkirin
Wezareta Parastina Neteweyî diyar kir ku di çarçoveya Herekata Pencik-3yê da 2 terorîstên PKKyî yên di amadehiya çalakiyê da hatin berterefkirin.
Li ser hesabê twitterê yê wezaretê wiha hat gotin: "Di çarçoveya Herekata Pencik-3yê da li Heftanîna herêma Iraqê 2 terorîstên PKKyî yên hat tesbîtkirin di amadehiya çalakiyê da ne bi operasyona serkeftî hatin berterefkirin. Operasyonên me ew ê bênavber dewam bikin."