08 Gulan 2016•Rojanekirin: 10 Gulan 2016
MARDÎN
Di operasyona navçeya Nisêbîna Mêrdînê da 2 leşkerên ku di êrîşa bibombe ya terorîstên PKKyî da birîndar bibûn, şehît bûn.
Li Nisêbînê operasyona ku hêzên ewlehiyê û mensûbên TSKyê bi hev ra dikin, dewam dike.
Di operasyonê da teqemeniyên ku terorîstên PKKyî bi cih kiribûn, hatin teqandin û 2 leşker birîndar bûn. Leşker rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê, lê tevî hemî midaxeleyan xelas nebûn û şehît ketin.