04 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 04 Berfanbar 2015
MARDÎN
Li 4 taxên Nisêbîna navçeya Mêrdînê qedexeya derketina derva hat rakirin û piştî rakirina qedexeyê zirara ku rêxistina terorê daye derket meydanê.
Ji bo ku hêzên ewlehiyê barîkatan rakin û xendekan bigirin li taxên Abdulkadîr Paşa, Firat, Dicle û Yenîşehirê 4 roj qedexeya derketina derva hatibû îlankirin. Piştî rakirina qedexeyê welatî derketin derva.
Ji bo sivîl zirarê nebînin operasyona rakirina barîkatan, girtina xendekan û îmhekirina teqemeniyan bi hesasî hat meşandin. Piştî rakirina qedexeyê jî zirara ku rêxistinê da mal û dikanan derket holê.