Sevim Hatun
02 Tebax 2016•Rojanekirin: 02 Tebax 2016
MARDÎN
Parlementerê AK Partiyê yê Mêrdînê Orhan Mîroglu derbarê hewla derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da got: "Li pişt vê hewla derbeyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê heye."
Bi hezaran welatiyên ku li ber avahiya Serokatiya Navçeyê ya AK Partiyê kom bûn, nobeta demokrasiyê didomînin. Gele Midyatê yên ku li qadê li hev civiyan, li hemberî hewla derbeyê ya FETO bertek nîşan dan, posterê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bilind kirin û dirûşmên wekî "Şehîd namirin", "Ji bo FETO dardekirin" berz kirin. Çalakiya ku di destpêkê da Qur'ana Pîroz hat xwendin bi sirûda netewî û lawijan berdewam kir.
Parlementer Orhan Mîroglu got ku wê ji vir û pê va li Tirkiyeyê hert tişt biguhire.
Miroglu destnîşan kir ku FETO ji hêzên dereke alîkariyê distîne û wiha dewam kir: "Li pişt vê hewla derbeyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê heye. Dîsa îstîxbarata qetlîama li Ûlûdereyê qewimî wan da Serokatiya Sererkaniyê. Heke ku hûn bixwazin li dijî DAEŞê şer bikin, rêxistina terorê ya FETOyê tasfîye bikin. Vê jî encax DYA dikare bike."
Piştî axaftinan stranbêj Aydin Aydin derket ser dikê û helbesta kurdî ya ku ji bo şehîdan nivîsîye got.