Elif Irmak
01 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 05 Berfanbar 2020
Li Erziromê turîstên herêmî û biyanî li Navenda Kaşûnê ya Palandokenê ku pîstên wê bi pergala berfkirina sunî hatin amadekirin di bin barîna berfê da kêfa kaşûnê derdixînin.
Pîstên li Palandokena ku dê di rojên pêş me da bi vekirina fermî lê sezona kaşûnê dest pê bike û yek ji navendên turîzmê yên girîng ên Tirkiyeyê ye bi pergala berfkirina sunî va hatin amadekirin.
Turîstên herêmî û biyanî yên ku ev yek wekî firsend dîtin li navenda ku berf binavber dibare da kaşûn û snowboardê dikin û kêf dikin.
Li navenda kaşûnê hin malbat jî bi zarokên xwe ra berfemêr çêkirin, bi gulokê berfê lîstin û wextê xwe baş derbas kirin.