01 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 02 Berfanbar 2020
Nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê yên bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin dewam dike.
Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 456emîn da dewam dike.
- "Ez hesreta deng û rûyê kurê xwe me"
Songul Altintaşa ji bo kurê xwe Muslumê 6 sal e jê xeber tune beşdarî çalakiyê bûye got ew ji bo bigîhîje kurê xwe beşdarî çalakiyê bûye.
Altintaşê ji ber gotinên dijî artêşa Tirkiyeyê yên Parlamenterê Mersînê yê CHPyê Alî Mahîr Başarir bertek nîşan da û wiha axivî: "Bila tu kes zimandirêjiyê li artêşa me neke. Artêşa me artêşeke herî pîroz e. Ez ji bo kurê xwe hatim. Ez hesreta deng û rûyê kurê xwe me. Bila kurê min bidin min. Ez ji PKKyê û HDPyê kurê xwe dixwazim."
- "Tiliya HDPyê di vî karî da heye"
Dayik Solmaz Ogrunça ji bo kurê xwe Baran yê ku 5 sal berê di 15 saliya wî da revandine çiyê ji Wanê hatiye û beşdarî çalakiyê bûye jî got ew dixwaze bigîhîje kurê xwe.
Ogrunçê HDP sûcdar kir û wiha axivî: "Em li ber partiya zarokan didize ne. Zarokên me hildan û birin dan PKKyê. PKK bi zorê nehat kurê min nebir. Di vî karî da tiliya HDPyê heye. Ez kurê xwe dixwazim."
Orgunçê bangî kurê xwe ki ku ew teslîmî hêzên ewlehiyê bibe û wiha got: "Ew te dixapînin. 20 kes hatin, rojekê jî ceza hilnedan û gihîştin malbatên xwe."