Ali Çelik
25 Tîrmeh 2023•Rojanekirin: 26 Tîrmeh 2023
Li Qaqizmana navçeya Qersê ji ber barana gur lehî rabû.
Li navçeyê ji ber barana gur û teyroka ku nîvro hat kuçe û kolan di bin avê da man, ava da nav hin malan.
Qaymeqamê Qaqizmanê Okan Daştan li navçeyê bi ekîban ra xebat dan destpêkirin.
Piştî barana gur li rêyên gihanekê yên Îdir û Qersê ji bo ku di hatin û çûyînê da zehmetî neyê kişandin ekîb dixebitin.