Hüseyin Demirci
06 Mijdar 2025•Rojanekirin: 08 Mijdar 2025
Li Sariqamîşa navçeya Qersê hewa sar bû û qiravî çêbû.
Germahiya hewayê ya bi şev di binê sifirê da dakete 4 pileyan.
Ji ber sermayê paceyên wesayîtan, dar û beran qiravî girt.
Li Çemê Acisuyê golên biçûk cemidîn.
Çûk li herêma ku qiravî girtiye li dû xwarinê ketin.