Berfin Sidar Aşit
06 Mijdar 2025•Rojanekirin: 10 Mijdar 2025
Ayaz Salih Koçê ku cilûbergên Spider-Man ji Îzmira memlaketê xwe derket rê û li Tirkiyeyê digere, weke bajarê 69emîn hat Bidlîsê.
Koçê 26 salî ku li memlaketê xwe modeltî û aktoriyê dike, piştî erdheja 6ê sibata 2023yan, bi hêviya ku jana erdhejê bi zarokan bide jibîrkirin, bi cilûbergê spiderman serdana herêma erdhejê kir û çalakiyên curbicur li dar xistin.
Koçê ku piştî erdhejê wekî "Spider-Manê Tirk ê fenomen ê ji Îzmirê ku li Tirkiyeyê geriya" derket geşta welêt û wekî bajarê 69emîn gihîşt Bidlîsê.
Koç bi cilên xwe yên taybet li Bazara dîrokî ya Bidlîsê geriya, li kolanan bi zarokan ra lîst, bi dikandar û welatiyan ra suhbet dikir û serdana cihên dîrokî yên bajêr kir.
Koç ji nûçegihanê AAyê ra got ku ew bi piştgiriya Şaredarê Bidlîsê Nesrullah Tanglay li bajêr bi welatiyan ra civiyaye.
Koç diyar kir ku piştî erdhejên 6ê Sibatê wî bi xwebexşî çalakiyên curbicur li dar xistine da ku moralê zarokên li herêma erdhejê bilind bike û wiha got:
"Me erdheja Îzmirê dît, malbata min di bin kavilan da asê ma û bi birîndarî filitî. Dema erdheja 6ê Sibatê çêbû, min cilên Spider-Man bi dê û bavê xwe dan kirîn û min li herêma erdhejê bi xwebexşî ji bo zarokan çalakî li dar xist. Ez li seranserê Tirkiyeyê geriyam, min serdana cihên dîrokî kir û ji xwarinên herêmî tehm kir. Her wiha bi serdana dikandaran ên herêmê, min beşdariya projeyên hişyariya civakî kir. Ev heft sal in ez li ser rê me, li seranserê welêt bi otostopê digerim. Niha ez li Bidlîsa kevnare ya 7,000 salî me. Bedewiya wê ya siruştî û derdora wê, wê dike yek ji bajarên herî bedew ên rojhilat. Gelê herêmê pir dilovan, alîkar û mêvanperwer in. Ez di bi dûvçûna xeyalên xwe da berdewam im. Di dawiyê da, ez ê alîkariya bêmalan, nexweşan û her kesê din bikim."