Ahmet Aydın
20 Sibat 2019•Rojanekirin: 21 Sibat 2019
ANKARA
Wezareta Beravaniya Neteweyî ragihand ku li Fermandariya Dibistana Top û Mûşekê ya li Qişleya Sakaryayê ya Polatliya navçeya Enqereyê, dema perwerdeyê teqîn çêbûye û 5 esker birîndar bûne.
Li ser malpera Wezaretê derbarê qezaya li Fermandariya Dibistana Top û Mûşekê ya li navçeya Polatliyê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Di teqîna dema perwerdeya çekên giran de li Fermandariya Dibistana Top û Mûşekê de, 5 hevalçekên me yên qehreman birîndar bûn Hevalçekên me yên ku di qezayê de birîndar bûn demildest rakirin nexweşxaneyê tên dermankirin. Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin."
Serokomar Erdogan derbarê bûyerê de agahî stendin
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan derbarê qezaya li Fermandariya Dibistana Top û Mûşekê ji Wezîrê Berevaniya Neteweyî Hulusî Akar û ji Waliyê Enqereyê Vasip Şahin agahî sitendin.