Önder Beyter
20 Sibat 2019•Rojanekirin: 20 Sibat 2019
ÎSTANBUL
Walîtiya Stenbolê ragihand, li Buyukçekmeceyê di bînayekê da teqîn çêbû û kesek mir.
Di daxuyaniya Walîtiyê da hat diyarkirin, li gorî agahiya ku ji ekîbên îtfaiyeya Şaredariya Bajarê Mezin Stenbolê hat wergirtin, li taxa Huriyetê ya Buyukçekmeceyê di bînaya jimare 7 a li ser Kuçeya Guvercînê ji ber sedemeke netesbîtkirî teqînek çêbû.
Herwiha di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku di encamê da welatiyek mir û midaxeleya ekîbên îtfaiyeyê jî berdewam e.