16 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 19 Rêbendan 2016
MARDÎN
Li Qosera navçeya Mêrdînê hêzên ewlehiyê midaxaleyî koma ku xwepêşandana bêdestûr dikir, kirin.
Koma ku bi serkêşiya teşkîlatên navçeyê yên HDP û DBPyê li ber Navenda Jiyanê ya Tenduristiyê ya Ubeydullah Eren a Taxa Turgut Ozal civiya. Komê li heman taxê xwest ku ber bi cihê ku mensûbên PKKya rêxistina terorê lê hatin kuştin ve bimeşe.
Kom digel hişyariyên hêzên ewlehiyê belav nebû û hêzên ewlehiyê bi ava tazyîq midaxaleyî komê kir.
Xwepêşandêr piştî midaxeleyê belavî nav kolanên bajêr bûn.