DIYARBEKIR
Li Pasûra navçeya Diyarbekirê şahiya "Serê Gulanê" ya ku hersal tê pîrozkirin, dest pê kir.
Şahiya "Serê Gulanê" yên ku li gorî salnameya koçî di 1ê gulanê de, li gorî salnameya zayînî jî di 14ê gulanê de tê pîrozkirin, welatî eleqeyeke mezin nîşan didin û diçin mekanên dînî yên li gundên navçeyê û cihên geşt û gerê.
Xelkê herêmê şahiya "Serê Gulanê" ya ku dîroka wê digehîje heya dewra Merwaniyan wekî mezintirîn kevneşopiyeke xwe dibîne û ev hezar sal e pîroz dike.