Serokê Karûbarên Diyanetê Prof. Dr. Mehmet Gormez li Qudsê MescIda Eqsayê ziyaret kir û got: "Ji ber ku ev cihê ku navenda herî mezin a Tewhîdê (Mescida Eqsa) di destê xerîban de hêsîr e di dilê her mislimanî de bûye birîn."
Gormez li ser daweta Serokê Karên Dînî û Ewqafê ya Filistînê Şêx Yûsif Edaîs û şeva Mîracê li Qudsê Mescida Eqsayê ziyaret kir.
Gormez li hewşa Eqsayê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku cara ewil e firsend dît ku were Qudsê û wiha dewam kir: "Ji ber ku ev cihê ku navenda herî mezin a Tewhîdê (Mescida Eqsa) di destê xerîban de hêsîr e di dilê her mislimanî de bûye birîn. Ji ber vê birînê, me heya îro firsend nedît ku em werin."
Gormez got ku Pêxemberê me Hz. Mihemed di sala xemgîniyê de hat Qudsê û wiha dewam kir: "Lewra apê Pêxemberê me wefat kiribû, dayika me Hz. Xedîceyê rehmet kiribû, li Taîfê ew dabûn ber keviran. Ez ji Xwedayê xwe hêvî dikim ku ev xemgînî ji ser erdnîgariya hemû mislimanan bi temamî rabe. Ne mimkun e ku em li van deran xemgîn nebin."
- "Mîrac bila bibe wesîleya bilindbûna hemû mislimanan"
Gormez got: "Em ji Qudsê ku cihê pêxemberan e û ji Mescida Eqsayê li vira Pêxemberê me ji hemû pêxemberan re îmamtî kir û li ber Qûbetus Sehrayê ji hemû birayên xwe yên misliman re silav û diayan dişînin.
Gormez şeva Mîracê ya hemû Mislimanên dinyayê pîroz kir. Gormez dema ku bi minasebeta erefeya şeva Mîracê bi gelek tirkên li wir re nimêja mexrebê kir û giriya.