Nihat Kavşut
17 Tebax 2019•Rojanekirin: 19 Tebax 2019
Ji ber mezelên ku li Reyhanliya navçeya Hatayê hatin xerakirin 6 kes hatin binçavkirin.
Li gor daxuyaniya Walîtiya Hatayê ji ber ku kêlikên hin mezelên li goristana li Taxa Gultepeyê şikestandine hêzên ewlehiyê 6 kes binçav kirin.
Li gor agahiyan lêpirsîna der barê bûyerê da didome.
Li Reyhanliya navçeya Hatayê 15ê Tebaxê hin mezel hatibûn xerakirin.