13 Gulan 2016•Rojanekirin: 14 Gulan 2016
ŞANLIURFA
Li Wêranşara navçeya Rihayê di pevçûna ku bi mensûbên PKKya rêxistina terorê re derket de 4 terorîst hatin kuştin.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin hêzên ewlehiyê di kîlometroya 21emîn a rêbeja Wêranşar-Mêrdînê xwestin ku 4 kesên di 2 motosîkletan de yên ku ji wan ketin şikê bidin sekinandin.
Bersûcan guh neda hişyariya polêsan da ku rawestin û hewl dan ku birevin li ser vê yekê pevçûn derket. Di pevçûnê de 3 kesên ser motosîkletan hatin kuştin.
Terorîstê ku di bûyerê de bi birîndarî hat bidestxistin dema ku bi ambûlansê dibirin nexweşxaneyê mir.
Ekîbên polêsan li cihê bûyerê lêkolîn kirin û qoşxaneya ku tê de 20 kîlo TNT heye û hinek teqemenî û mekanîzmayên bombeyê bi dest xistin. Teqemeniyên li ser motorsîkletan hatibûn bicîkirin piştî bergiriyên ewlehiyê bi kontrol hatin îmhekirin.
Di teqînê de çaleke bi qasî 2 metroyan kûr çêbû.
- Hat diyarkirin ku gumanbaran amadehiya êrîşa bibombe dikir
Rêbeja Wêranşar-Qiziltepeyê bi qasî saetekê ji trafîkê re girtî ma û piştî teqîna bi kontrol hat vekirin.
Çavkaniyên ewlehiyê diyar kirin ku mensûbên rêxistina terorê yên ji Sûriyeyê amadehî dikirin ku di heman demê de êrîşê bibin ser Qaymeqamtiya Wêranşarê û Midûriya Ewlehiyê ya Navçeyê.
Di vê navberê de Eyup Pinarbaliyê Midûrê Ewlehiyê yê Bajêr hat cihê bûyerê û lêkolîn kir.
2 çekên ku li cihê bûyerê hatin bidestxistin birin Midûriya Ewlehiyê ya Bajêr.