14 Gulan 2016•Rojanekirin: 16 Gulan 2016
SAKARYA
Li Adapazariya navçeya Sakaryayê 2 şikbarên ku di operasyona dijî DAEŞê da hatibûn binçevkirin, hatin girtin.
Di çarçoveya dijî DAEŞê ya ku Serdozgeriya Komarê ya Sakaryayê rêva dibe da ekîbên Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Bajêr 2 kesên welatiyê Iraqê binçav kiribûn, karûbarên şikbaran yên li dozgeriyê qediyan.
Şikbar Y.S.M.A.K. û H.A.A.E.C derxistin Hakimtiya Cezayê Silhê ya Nobedar û dadgehê bi hinceta "endamtiya rêxistina terorê" û "qaçaxçîtiya penaber" va biryara girtinê da.
Herdu şikbarên welatiyê Iraqê yên ku tê gotin di bin banê DAEŞa rêxistina terorê da çalakiyan dikin û bi rêyên dereqanûnî merivan direvînin welatên din di 12ê gulanê da hatibûn binçavkirin.
Dema ku li navnîşanên şikbaran geriyabûn dest dabûn ser amûrên dijîtal û dokumanên rêxistinê.