Türkan Tosun
20 Hezîran 2019•Rojanekirin: 22 Hezîran 2019
Ji bo Herêma Rohilatê Anadoluyê hişyariya baranê hat dayîn.
Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê da hat diyarkirin ku li herêmê hewa wê ewrsayî car caran jî wê gelek ewrabî be.
Ji nîvro pê va barana gur wê bibare, tavî çêbibe û germahiya hewayê jî wê li gor demsalê be.
Li herêmê ba wê ji hêla rojavayê başûr rabe.
Bi şev germahiya hewayê ya herî kêm li Erdexanê 7, li Qersê 8,5, li Erziromê 10, li Agiriyê 13, li Ezirgan û Îdirê 17 pile hat pîvan.
Germahiya hewayê ya herî zêde ya di nav rojê da jî li Îdirê 32, li Tunceliyê 31, Ezirgan û Agiriyê 27, li Erziromê 25, li Qersê 24 û li Erdexanê 22 pile be.