Fatih Gazioğlu
20 Hezîran 2019•Rojanekirin: 21 Hezîran 2019
Li Kahtaya navçeya Adiyamanê 70 bizinên ku wextê dihatin çêrandin ji ber sedemeke nayêzanîn mirar bûn.
Li gor agahiyên ku hatin hildan, bûyer li gundê Narincê qewimî.
Şivan Abûzer Înan li ser bûyerê daxuyanî da û got ku di dema çêrandinê dît ku bizinên wî yek û yek dikevine erdê.
Înan got wî li ser vê cab da tîmên Midûriyeta Çandî û Daristanê ya Bajêr.
Tîmên midûriyetê di demeke kin de hatin ciyê bûyerê û tespît kirin ku 70 bizin mirar bûne.
Tîman ji bo lêkolînê ji heywanan nimûne hildan û bizinên mirarbûn jî veşartin.
Şivan Înan destnîşan kir ku di destê wî da tu bizin neman û mexdûr bûye û ji ber vê jî ji rayedaran alîkariyê dixwaze.
Li gor texmînan bizinan tiştekî bijehr xwarine û ji ber vê yekê mirarbûne.