ERZURUM
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê germahiya hewayê bi qasî 2 pileyan zêde bû.
Li gor agahiyên ku ji rayedarên Navenda Hişyarî û Texmîna Meteorolojiyê hatin bidestxistin, herêm di bin tesîra hulmegura nizm a ku ji aliyê Behra Spî tê da ye, hewayê bi baran be.
Li Erzirom, Qers, Agirî û Erdexanê şilope, li Ezircan û Îdirê şilî, li cihên bilind ên herêmê jî berfê bibare.
Li herêmê bi roj hewayê bi mij be û germahiya hewayê qasî 2 pileyan zêde be.
Li herêmê bi şev germahiya hewayê li Ezircanê 7, li Mûşê 5, li Wanê 5, li Bidlîsê 3, li Hekarî û Erziromê 2, li Îdirê 1, li Qersê 0, li Erdexanê di bin sifirê de 5 û li Agiriyê jî di bin sifirê de pileyek be.
Wer tê texmînkirin ku li herêmê bi roj germahiya hewayê li Ezircanê 10, li Îdirê 8, li Wan, Mûş û Bidlîsê 7, li Hekariyê 6, li Erziromê 5, li Qersê 3, li Agiriyê 2 û li Erdexanê jî pileyek be.
Qalindahiya berfê li Erdexan 6, li Wanê 4, li Palandokena navenda xweşiqitandinê 15, li Qonaxliya navenda xweşiqitandinê 20 li Çiyayê Kopê 22 santêm hat pîvandin.
Rayedaran hişyarî da welatiyan ku bira baldar bin û bê tevdîr dernekevin rê.