ANKARA
HDPyê daxuyaniyek da û ev nirxandin kir: "Em ê tu carî û bi tu awayî hewldanên lîncê yên siyasî yên bi awayê sûcdarkirinan, êrîşan û helwesta hedefnîşandanê ya der barê Hevserokê me yê Giştî de qebûl nekin. HDP bi hemû endam, dost û rêxistinên xwe re, bi demokrasiya Tirkiyê, hêzên ked û aştiyê û bi hemû sazî û dezgehên xwe re dê piştigiriyê bide Selahattîn Demirtaş."
Li ser navê Lijneya Birêvebirina Navenda HDPyê daxuyaniyeke nivîskî hat dayîn û hat gotin ku gotina Serokwezîr Ahmet Davutoglu ya wekî "Demirtaş berpirsyarê her xwînê ye ku dê birije" gotineke wisa ye ku "bi awayekî gelekî bêberpirsyarî hatiye gotin" û daxuyaniyê wiha berdewam kir:
"Em ê tu carî û bi tu awayî hewldanên lîncê yên siyasî yên bi awayê sûcdarkirinan, êrîşan û helwesta hedefnîşandanê ya der barê Hevserokê me yê Giştî de qebûl nekin. HDP bi hemû endam, dost û rêxistinên xwe re, bi demokrasiya Tirkiyê, hêzên ked û aştiyê û bi hemû sazî û dezgehên xwe re dê piştigiriyê bide Selahattîn Demirtaş. Helbet wekî ku Hevserokê me yê Giştî got em ê hem li parlementoyê hem jî li kolanan di mîting û çalakiyên demokratîk de li dijî pakêta ewlehiyê ya nû derkevin, rexne bikin û mafê xwe yê îtirazê bi kar bînin. Heke qanûn derkeve jî em ê ji bo guherîna wê têkoşîna xwe ya demokratîk berdewam bikin."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Lijneya Birêvebirina Navendî ya HDPyê bi heman awayî piştgiriya gotinên Demirtaş dike û hat îdiakirin ku Pakête Ewlehiya Navxweyî de potansiyeleke wisa heye ku dikare zirarê bide pêvajoya muzakereyê. Daxuyaniyê wiha berdewam kir:
"Ji ber ku beriya ku qanûn derkeve polêsan li Geverê zarokekî 18 salî kuştin. Dema ku derket dê rehettir tevbigerin. Gelên Tirkiyeyê ji bîr nekirin ku dema bûyerên Geziyê de çawa li 8 ciwanan xistin, li ser dehhezaran mirovî çawa şidet bi kar anîn. Bi van gotinan HDP ne bikaranîna molotofan teşwîq dike, ne jî teswîp dike ku di xwepêşandanan de talan bê kirin an jî serî li şidetê bidin. Em piştgiriya gotinên Serokê xwe yê Giştî dikin. Nîzama kamûyê girîng e, lê nîzama kamûyê bi copan, bi gaz û tehdeyê nayê bidestxistin. Nîzama kamûyê bi demokrasiyê tê bicihkirin. Bicihkirina nîzama kamûyê girêdayî zêdekirina azadiyan e. Mirov ne ji ber ku dixwazin xwepêşandanê bikin derdikevin kolanan, ew li dijî tehde û neheqiyan derdikevin kolanan. Şûna ku hûn wan guhdar bikin heke hûn bi awayê "ezê înfaz bikim, derketina derve qedexe bikim" û qanûnan derxînin, dê bereksê vê biqewime. Li her derê cîhanê û di dîrokê de û li dijî neheqiyan qehremanên ku li hember tank û topan serî hildane çêbûn."
Di daxuyaniyê de bal kişandin ku di bûyerên 6-8ê cotmehê de bi dehan kes mirin û daxuyaniyê wiha berdewam kir:
"Serowezîr şûna ku HDPyê sûcdar derxîne divê wek hikûmeta ku ji mirinan berpirsyar e hesabê van bide. Hikûmet divê bersiva redkirina daxwaza me ya ji bo avakirina Komîsyona Lêkolînê ya der barê vê mijarê de eşkere bike. Hevserokê me yê Giştî Demirtaş destnîşan kir ku qala bikaranîna mafên demokratîk ên destûra bingehîn ên kirina civîn û xwepêşandinê dike lê Serokwezîr qada demokratîk teng dike û dixwaze bi vî awayî welêt bi rê ve bibe. Hikûmet dixwaze ku tu kes xwepêşandanên komî neke û tu tiştî nexwaze. Rastiyeke cîhanî ye, tengkirina qada demokratîk tê wê wateyê ku mafên demokratîk tên xesbkirin û bertekan zêde dike. Serokwezîr jî bi vê daxuyaniya xwe ji niha ve îtiraf dike ku dê li ser kesên ku vî mafî xwe bi kar tînin şidetê bi kar bînin û berpirsyariya vê jî dê biavêjin li ser sitûyê HDPyê. Em bangî hikûmetê dikin: Heke hûn di mijara pêvajoya çareseriyê de samîmî bin, pêngava demokratîkbûnê biavêjin, derbasî muzakereyan bibin û verastkirinên qanûnî bikin. Hemû helwestên derveyî van, dê wek taktîka mijûlkirinê bê dîtin û dê neyê qebûlkirin."