Hilmi Tunahan Karakaya,Cüneyt Çelik,Günay Nuh,Abdullah Söylemez
10 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 11 Rêbendan 2023
Li Erzirom, Qers, Erdexan û Agiriyê sir û seqem çêbû û rûyê çem û golan qerisîn, depoya sotemeniyê ya hin wesayîtan qerimî.
Li Erziromê bi şev berf barî û paşê serma çêbû.
Li bajêr germa hewayê bişev 15 pile di binê sifirê da hat pîvan, şadirwanên nava hewşên hin mizgeftan û kaniyên dîrokî yên kuçeyan cemed girt.
Ji ber sermayê li ser hin rê û peyarêyan cemed çêbû, camên wesayîtan qeşa kişand.
Li Navenda Xweşiqitandinê ya Palandokenê qalindahiya berfê 26 santêm hat pîvan.

- Qers
Li Qersê sir û seqem tengasiyê dide kişandin.
Ji ber sir û sermayê gelek qadên avî û depoya sotemeniyê ya hin wesayîtan qerimî.
Welatiyan li wesayîtên xwe betanî û xalîçe wer kirin.
- Erdexan
Li Erdexanê di sir û sermayê da rûyê çem û golan qerisî.
Li ser zinarên texma Keleha Erdexanê şembelîlk çêbûn.
- Agirî
Li Agiriyê duh berf barî û paşê serma çêbû.
Li bajarê ku sir û seqem lê çêbû, Çemê Muradê û robaran cemed girt.
Camên mal û kargeha qeşa kişand, welatiyan betanî û xalîçe li wesayîtên xwe wer kirin.