Burak Akay,Cem Şan
10 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 10 Rêbendan 2023
Şewata li Çiyayên Qazê ya li hêla navçeya Bayramiça Çanakkaleyê derket, ji hêla ekîban hat temirandin.
Li navçeya Bayramiçê li qada daristanê ya dikeve navbera gundên Çirpilarê û Evcilerê, ji ber sedemeke hê diyar nîne, şewat derket.
Ji bo temirandina agirê ku bi tesîra bayê gur bû, peywirdar hatin agahdarkirin.
Li ser vê yekê ji hêla Midûriyeta Daristanê ya Herêma Çanakkaleyê gelek arazoz, dozer, wesayîta midaxeleya ewil, personel û her wiha ekîbên sazî û şaredariyên nêzîk bo herêmê hatin şandin.
Ekîban bi 60 arazoz, 5 wesayîtên îtfaiyeyê, 2 dozer û 300 personelî va midaxele kirin.
Bi xebata qedera 6 saetan agir hat temirandin.
Ji ber şewata ku xebatên sarkirinê didomin, ziyan gihîşt qadeke 80 hektarî.