21 Gulan 2017•Rojanekirin: 22 Gulan 2017
ŞANLIURFA
Li Şanliurfayê otomobîla bûk û zavê ya di konvoya dawetekê da li otomobîleke din ket û di encamê da tevî bûk û zava 7 kes birîndar bûn.
Li navçeya navendê Haliliyeyê otomobîla bûk û zavê ya di konvoya dawetê da ya ku plaqeya wê 01 BKL 63 ye û otomobîla ku ajovanê wê diyar nebû û plaqeya wê 38 BR 091 e, li xaçerêya ŞUTÎMê li hev ketin.

Di qezayê da tevî Derya Ozturka bûk û Halil Hundarê zava, Sudey Ay, Elif Şener, Ahmet Polat, Rabia Elvan û Mustafa Kepenk birîndar bûn.
Ekîbên Servîsa Acil ya 112ê birîndar rakirin nexweşxaneyên li bajêr.
Di qezayê da herwiha depoya sotemeniyê û tekereke otomobîlekî biqasî 20 mêtroyî pekiyan.
Ji hêla din heneya ku bona dawetê hatibû amadekirin, li ciyê bûyerê rijiya erdê.