Müslüm Etgü,Rauf Maltaş
23 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 24 Berfanbar 2023
Li Şanliurfayê di qezaya trafîkê ya ku otobêseke rêwiyan û 2 TIR li hev qelibîn da kesek mir, 15 kes jî birîndar bûn.
Li ser rêya Şanliurfa û Gazîentabê ji ber mij û baranê otobêseke rêwiyan ya ku plaqeya wê 34 FVK 835 û TIRên ku plaqeyên wan 67 AK 846 û 33 DES 29 e li hev qelibîn.
Di qezayê da 16 kes birîndar bûn.
Ekîbên tenduristiyê, agirkuj û polêsan birîndar rakirin nexweşxaneyê.
Ji birîndaran kesek li hemberî hemû hewldanan ji mirinê nefilitî.
Hat ragihandin rewşa birîndaran baş e.