22 Îlon 2015•Rojanekirin: 22 Îlon 2015
ANKARA
2 terorîstên ku endamên rêxistina terorê ne li Sêrt û Tûnceliyê teslîmî hêzên ewlehiyê bûn.
Serokatiya Sererkaniyê ji ser malpera xwe ya fermî der heqê bûyerên girîng ên nav welêt de daxuyanî da.
Hat gotin ku li Sasona navçeya Batmanê ji ber "mertalê zindî" di 18ê îlonê de ji 83 kesên hatibûn binçavkirin 27 kes hatin girtin. Li herêma ku ew ketibûnê jî duh operasyon hat kirin.
Li Uludereya navçeya Şirnaxê jî teqemeniya bi destçêkirî ya terorîstên mensûbê rêxistina terorê bi cih kirbûn hat îmhekirin.
2 terorîstên ku ji rêxistina terorê ya cudaxwaz reviyan jî li Sêrt û Tûnceliyê teslîmî hêzên ewlehiyê bûn.