10 Gulan 2016•Rojanekirin: 11 Gulan 2016
ŞANLIURFA
Li Şanliurfayê di navbera hêzên ewlehiyê û endamên rêxistina terorê da pevçûn derket û di pevçûnê da endamek hat kuştin û endamek jî birîndar hat qefaltin.
Li gor agahiyan hêzên ewlehiyê li ser îxbarê xwestin wesaîteke ku ji hêla Diyarbekirê dihat bidin sekinandin. Wesaîta ku dihat texmînkirin teqemenî tê da ye gule bera hêzên ewlehiyê dan.
Hat destnîşankirin ku digel hişyariya hêzên ewlehiyê wesaît ber bi navenda Şanliurfayê va çû. Li gor agahiyan hêzên ewlehiyê li nêzî taxa Kabahaydarê barîkat çêkirin û li ser vê ji wesaîtê gule berdan û di pevçûnê da endamek hat kuştin û endamek jî birîndar hat qefaltin.
Lêkolînên pisporên teqemeniyê yên di wesaîtê da dewam dikin.