BÎNGOL
Teqemeniya ku PKKa rêxistina terorê li ser rêhesina Genca navçeya Bîngolê bi cih kiribû teqiya û çawûşek pispor di teqînê de şehît ket.
Li gor agahiyên ku hatin hildan, ekîbên Fermandariya Cendirmeyê ya Bajêr li ser îxbara "ser rêhesina navbera Bîngol-Elezîzê teqemenî bi cih kirine" çûn cihê bûyerê.
Ekîbên cendirmeyê yên pisporê teqemeniyê, bi alîkariya seyên hînkirî bombe tesbît kirin û ji dûr ve bombe teqandin.
Di teqînê de çawûşekî pispor cangorî bû.
Hêzên ewlehiyê li herêmê operasyon dan destpêkirin.