HAKKARÎ
Li Şemdînliya navçeya Hekariyê bi çeka êrîşî meleyekî kirin, di encama êrîşê de melayê ku navê wî Bedrettîn Firat e giran birîndar bû.
Bedrettîn Firat dema bi wesayîta xwe ve diçû mizgeftê rastî êrîşa biçek ya kes û yan kesên ku nasnameya wan ne diyar e hat.
Firat di êrîşê da giran birîndar bû û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şemdînliyê.
Li ser bûyerê lêpirsinê dest pê kir û dewam dike.