Dema kontrolê de di navbera leşker û 4 kesên ji gundê Samanliyê ji ber sedemeke nediyar rageşî derket. Piştî ku nîqaş zêde bû gundî jî tevî bûn û rageşî û tansiyon zêdetir bû û di encamê de jê leşkerek 6 kes birîndar bûn.
Eskerê birîndar rakirin Nexweşxaneya Leşkerî ya Hekariyê. Birîndarên dinê jî li navenda tendûristiyê ya Şaredariya Derecîkê tedawî kirin û ji birîndaran 2 kes jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şemdînliyê.
Hat ragihandin ku piştî bûyerê tevdîrên ewlekariyê berfirehtir bûn.