Li Şirnakê komekê xwepêşandana bêdestûr li dar xist û bi monotofan êrîşê wesayitên polêsan kir. Di encamê de 2 polês birîndar bûn.
Li gor agahiyan, koma ku li kolana Cizîrê xwepêşan li dar xist bi molotofan êrîşê wesayitên polêsan kir. Di wesayitan de şewat derket û di encamê de dest û stûyê 2 polêsên ku di wesayitan de bûn şewitî.
Hat ragihandin ku polêsên birîndar li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnakê girtin bin tedawiyê û di wesayita sivîl ya polêsan de jî xisareke mezin pêk hat.