Welatiyên ku di betlanê de berê xwe dabûn herêma Ege û Behra Sipî di roja dawîn a cejnê de dest bi vegerê kirin. Ji ber vegerê li ber Îskeleya Çanakkaleyê ji wesaîtan rêzeke ku car carna dirêjahiya wê gihîşt 2 kîlomêtreyan çêbû.
Ji bo çûnûhatina li ser behrê gelek ferîbot û keştî bênavber hatin şixûlandin. Xebatkarên îskeleyê jî ji bo ku welatî mexdûr nebin bi dilûcan xebitîn.
Li ser rêya TEMê û rêbeja D-100ê ya Kocaelîyê jî ji ber vegerê ji wesaîtan rêzên dirêj pêk tên û trafîk ji ber ku pir zêde ye car carna wesaît qet ji cihê xwe nalivin.
Ekîbên trafîkê ji bo ku di rêyên vegerê de tengasî çênebin dixebitin.
Welatiyên ku di betlanê de ji Îstanbûlê çûbûn, di dema vegera wan de tengasî herî zêde li ser rêbeja Çiyayê Bolûyê û nêzî Duzceyê pêk tê. Lewra herî zêde li wan deran trafîk dixitime.
Ekîbên trafîkê ji bo ku welatî zêde bi lez wesaîtên xwe neajon û hay ji navbera xwe û wesaîta pêşiya xwe hebin wan hişyar dikin.