ANKARA
Serokatiya Rewşa Acil û Afatê (AFAD) ya Serokwezîriyê diyar kir ku li Şirnexê tunêla komirê hilweşiya û 3 karker di binê tunêlê de man.
Li gor daxuyaniya AFADê di tunêla komirê ya li gundê Toptepeya Şirnexê di seet 15.20an de bûyer pêk hat.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di bûyerê 3 karker di bin tunêlê de man û tîmên xilaskirinê çûn cihê bûyerê.