Abidin Yel
16 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 28 Berfanbar 2023
Dagêra koçerên ku havîna xwe li zozazên Şirnexê derbas kirin, dewam dike.
Koçerên ku ji bajarên derûdorê hatibûn navçeya Beytuşebabê ya Şirnexê û havîna xwe li zozanên vir derbas kiribûn bi destpêka zivistanê derketin rê da ku vegerin malên xwe.
Ji koçeran Nurî Baykarayê vedigere Nisêbîna navçeya Mêrdînê wiha got: "Ji 2 mehan vir va ye em di rê da ne. Ji ber ku hewa sar e em vedigerin bajarê xwe. Em ê qasî deh rojan li malên xwe bin."
Aydin Baykara jî anî ziman ew ji Zozanê Feraşînê derketine rê û ew ê herin navçeya Îdîlê.
Abdullah Bayar jî diyar kir ku ew nêzî 6 mehan li Zozanê Feraşînê mane û niha vedigerin ku herin Midyada navçeya Mêrdînê.
Bayar got ew 2 meh e di rê da ne û wiha dewam kir: "Ji bo debara xwe divê em vî karê xwe bikin. Beriya me kal û bavên me ev kara dikirin. Niha jî em vî karî dikin."