Ekrem Payan
31 Cotmeh 2024•Rojanekirin: 01 Mijdar 2024
Li Şirnexê wesayîta eskerî welgeriya, 6 eskerên ku birîndar bûn rakirin nexweşxaneyê.
Li texma gundê Koçbeyê ya kîlomêtroya 30emîn a rêya Şirnex-Cizîrê wesayîta eskerî ya bizirx a cureyê "kîrpî" welgeriya şerampolê.
Di qezayê da 6 esker birîndar bûn.
Ekîbên tenduristiyê eskerên birîndar ji bo dermankirinê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Aydogan Aydin a Şirnexê.
Hat hînbûn ku rewşa birîndaran baş e.