15 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 16 Tîrmeh 2019
Li Beytuşşebaba navçeya Şirnexê teqemeniya ku ji hêla terorîstên PKKyî va li ser rê hatibû bicihkirin teqiya. Di êrîşê da karkerek mir, 2 karker jî birîndar bûn.
Li gor agahiyan li navçeya Beytuşşebabê li herêma Çiyayê Katoyê dema karkerên di çêkirina rê da dixebitîn bi wesayîtê va ji rê derbas dibûn, teqemeniyeke ji hêla terorîstan va berê li ser rê hatibû bicihkirin teqiya,
Di êrîşê da karkerek mir, 2 karker jî birîndar bûn.
Karkerên birîndar bi firokeyan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.
Ji bo ku terorîst bên girtin li herêmê operasyon hat destpêkirin.